Polîsê ku Daşkan qetil kir, hat berdan
Polîs B.O ku 7 sal berê li Edeneyê Mûrat Daşkan qetil kir, ji ber ‘’nebesbûna delîlan’’ hat berdan.
Polîs B.O ku 7 sal berê li Edeneyê Mûrat Daşkan qetil kir, ji ber ‘’nebesbûna delîlan’’ hat berdan.
Rûniştina biryarê ya doza li polîs B. O. ku 1’ê Sibata 2016’an li Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê di xwepêşandaneke civakî de Mûrat Daşkan qetil kir, hat vekirin, li Dadgeha Cezayên Giran e Yekemîn a Edeneyê hat kirin. Polîs B.O ku bi sûcdariya ‘’Dibe ku ji qestî kes kuştibe’’ dihat darizandin, tev li rûniştinê nebû. Parêzer û malbata Daşkan û parêzerên Îlhan Ongur li dadgehê amade bûn.
Parêzer Îlhan Ongur ku li dijî mitaleyê parastin kir, diyar kir ku guleyên li cihê bûyerê ji çeka bersûc hatine berdan û got ku hem li gor gotina polîsên şahid, hem jî bi delîlan diyar e ku polîsê bersûc Daşkan qetil kiriye û daxwaza cezakirina bersûc kir.
Malbata Daşkan da xuyakirin ku ew tev li mitaleya dozgêr nebûn û got: ‘’Polîs kurê me bi zanebûn kuştiye. Daxwaza me ew e ku bersûc bê cezakirin.’’
Şandeya dadgehê, daxwaza dozgêr qebûl kir û polîsê kujer ji ‘’nebesiya delîlan’’ berda.