Polîsan Tirk êrîş birin ser Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê

Polîsên Tirk êrişî birin ser endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku ji bo bîranîna 10’ê Cotmehê hatibûn Enqereyê kirin û 13 kes destgîr kirin.

Di salvegera 6'an a Komkujiya Pirsûsê de, bi çarçoweya kampanyayê ji bo kesên ku di Komkujiya Enqerê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn wê bîranînek çêbibûna. Insîyatîva Malbatên Pirsûsê xwest ku biçe qadê lê polîsên Tirk nehiştin.
 
Polîsên ku nêzî Garê wesayîta endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê dorpêç kirin, bi gaza îsotê êriş birin ser endamên ınsîyatîvê. Polîsan Ummuhan Ozdemîr, Yucel Yavûz, Volkan Ûyar, Yaren Tûncer, Ebrû Yîgît, Bîrkan Polat, Dogûcan Adiyaman, Şamîl Parlak, Zeynep Tan, Zeynep Ulger, Ayşe Mîzgîn Esmer, Dogûş Ozdemîr, Guney Akgun bi lêdanê destgîr kirin.