Polîsan mudaxeleyî çalakiya Dayikê Şemiyê kirin, gelek kes hatin destgîrkirin
Dema Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, polîsan dora wan girt û gelek kes destgîr kirin.
Dema Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, polîsan dora wan girt û gelek kes destgîr kirin.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 949’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomînin. Tevî ku Dadgeha Makeqanûnê (AYM) “biryara binpêkirinê” daye jî, dema ku Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan gihîştin qadê polîsan dora qadê girtin. Polîsan êrişî dayikan û parêzvanan kir û ew destgîr kirin.
Polîsan rojnamevanên ku xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji qadê dûr xistin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Eren Keskin, Gulseren Yolerî, Besna Tosun, Îrfan Bîlgîn, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Alî Tosûn, Leman Yurtsever, Nazim Dîkbaş Hunkar Hudaî Yurtsever, Cîhan Kaplan, Bîlal Yildiz, Asli Takanay, Taylan Bekîn.