Şêwirmendên Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Îbrahîm Çîçek, Ziya Ûlûsoy û Alî Hidir Polat duh di demjimêrên şevê de hatin binçavkirin. Di demjimêrên şevê de jî polîsên Stenbolê di ser du malan de girt û pirsa Alî Hidir Polat kirin.
Alî Hidir Polat du şev di demjimêr 19.00’an de li Îzmîrê hatibû binçavkirin. Çav li rê bû ku Polat bînin Stenbolê, dadgehê bi biryara girtina Alî Hidir Polat ji bo lêgerînê biryar derxist ku li du navnîşana lêgerînê pêkbînin.
Polîsên ku di demjimêrên 01.00’an de li ser apartmana Seroka ESP’a Navçeya Kadikoyê Leyla Abay de girtin, yek bi yek li daîreyên apartmanê geriyan û pirsa Alî Hidir Polat kirin.
Di heman demjimêran de li ser mala xebatkara Rojnameya Atilim’ê Pelîn Çalişkan de jî girtin, lêgerîn li malê pêkanîn û pirsa Alî Hidir Polat kirin. Polîsan di girtekên xwe de li her du navnîşana jî lêgerîn pêkanîn, “Kesê tê lêgerîn li wan navnîşana nehatiye dîtin” hatin girtin.
Duh jî rêveberê ESP’a Bajarê Stenbolê Ersîn Sedefoglû, rêveberê Îzmîrê Gorgu Demîrpençe, Gokben Keskîn, Ozlem Cîhan, Firat Şeran û Alî Haydar Keleş hatibûn binçavkirin, bi vî awayî hêjmara kesên hatîn binçavkirin gehiştin 9’an.