Polîsan girtin ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî

Polîsên Tirk li Amedê girtin ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadiyê.

Polîsan îro li Amedê girtin ser avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî. Derbarê serdegirtinê tu hincet nehate nîşandan.

Serokê PAK’e Mistefa Ozçelîk têkildarî serdegirtinê axivî û diyar kir dibe ku ji ber pîrozkirina ‘Roja Alaya Kurdistanê’ ku wan li Qada Deriyê Çiyê kirine, polîsan girtine ser avahiyên wan.

Endamê Meclisa PSK’ê Hîdayet Fîdan jî diyar kir li avahiya wan partiyê polîs lêgerînê dikin û polîsan dest danîne ser gelek alayan.