Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes hatin destgîrkirin

Dema Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşî dayikan kir û dayik destgîr kirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 942'yemîn a çalakiya xwe de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û darizandina kujeran xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî li qadê dorpêça polîsan berdewam kir. Lê belê beriya çalakiya dayikan polîsan qada çalakiyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û daxuyaniyê asteng kirin.

Polîsan nehiştin dayikên li Qada Galatasarayê hatin cem hev daxuyaniyê bidin û piştre 12 kes destgîrkirin.

Kêliya ku polîsan Dayikên Şemiyê li wesayîta destgîrkirinê siwar kirin, dayikan wêneyên windayan nîşandan û nişana serkeftinê kirin.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, Serokê Giştî yê Basin-Îşê Farûk Eren, dayik ango mirovên şemiyê Hanim Tosun, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Besna Tosûn, Mîkaîl Kirbayir, Jiyan Tosûn, Îrfan Bîlgin, Hasan Karakoç, Kenan Yildizerler, Zekîne Turkerî.

‘EM Ê HER LI VIR DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN’

Piştî Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê da û biryara AYM’ê bi bîr xist û got: “Li vir dayîna daxuyaniyê mafê bingehîn ên mirovan e. Îro ev maf tê binpêkirin. Divê her kes baş bizanibe wê têkoşîna ji bo windayan berdewam bike. Hê çend roj berê karsazê kurd Zekî Oguz hat destgîrkirin û winda kirin. Bi hezaran mirov hê jî winda ne. Em dixwazin windayên me bên dîtin. Em dixwazin ev pergala ku mirovên me winda kirine were guhertin. Lewma daxuyaniya dayikan pir eşkere ye, Qada Galatasarayê ya me ye û em ê her li vir dengê xwe bidin bihîstin. Vana neçarin ku hînî têkoşîna me bibin. Em ê her li windayên xwe bigerin.” 

Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya ku hat astengkirin wiha ye: 

“Em weke parêzvanên mafên mirovan û malbatên kesên ku piştî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin destgîrkirin û carek din venegeriyan li vir in. Yên ku bi salan e li Qada Galatasarayê diqîrin em in. Yên ku Galatasarayê bi hezkiriyên xwe yên bê gor mane re bikin cihê hevdîtinê em in. Yên ku mafên xwe yên destûrî bikar tînin û israr dikin ku em rastî û edaletê dixwazin em in. Yên ku dixwazin bi destgîrkirinê bêhiqûqî bitirsînin em in.

WINDA LI KU NE?

Em dîsa ji bo xizmên xwe yên di hefteya 942'an de di dema destgîrkirinê de hatin windakirin li vir in. Em mafê xwe yê kombûnê û daxuyaniya çapemeniyê ya li Galatasarayê ku Dadgeha Destûra Bingehîn daye û xwestiye hurmet bê nîşandin û radestkirin dixwazin. Weke ku tê zanîn Dadgeha Destûra Bingehîn hincetên Qeymeqamiya Beyogluyê ji bo astengkirina hevdîtinên me yên bi biryara bo Masîde Ocak da, mafdar û qanihkirî nedît. Hebûna me ya li Galatasarayê pêdiviya demokrasiyê ye. Ji bo ku mudaxileyî kombûna Dayikên Şemiyê neyê kirin biryara eşkere da Qeymeqamiya Beyoglûyê.

Qeymeqamî neçar e ku wezîfeya xwe bicih bîne û dorpêça li Qada Galatasarayê rake. Em di hefteya 942’yan de carek din dibêjin; Windayên me li ku ne? Em ê qet dest ji vê daxwazê bernedin.”