Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê yên xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin kirin û 17 kes destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di dema destgîrkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê di roja 943’yan de jî berdewam kir. Tevî biryara “Binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî dorpêça polîsan a li ser Qada Galatasarayê berdewam e. Dayikên Şemiyê xwestin li qadê daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan di vê hefteyê de jî rastî êrîş û astengkirinên polîsan hatin.

Dayik, bi qurnefîlan hatin lê polîsan nehiştin ku nêzî Qada Galatasarayê bibin. Gelek polîs li qadê hatibûn bicihkirin. Dayik û kesên pê re ji ewil hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin destgîrkirin. 

Di vê navberê de polîsan mertalên xwe bilind kirin û nehiştin ku rojnamevan dîmen û wêneyan bikişînin. Her wiha polîsan nehiştin ku rojnamevan nêzî qadê bibin. 

Dayikên Şemiyê û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de, bi giştî 17 kes hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun ji ber helwesta polîsan a di dema destgîrkirinê de bertek nîşan da û got; “Tişta ku hûn dikin derhiqûqî ye.” Li gel ku Tosun ji polîsan re got ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û destê wê şikestî ye jî, ji hêla polîsan ve hate destgîrkirin.

Ev kes hatin destgîrkirin: Mikail Kirbayir, Îrfan Bîlgîn, Eren Keskîn, Masîde Ocak, Sebla Arcan, Besna Tosûn, Ali Tosûn, Alî Ocak, Huseyin Ocak, Hanim Tosûn, Yasemîn Bektaş, Aylîn Tekîner, Îkbal Eren, Setenay Yarici, Hanîfe Yildiz, LemanYurtsever, Nuray Çevîrmen.