Polîsan êrişî Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê kir: 5 kes hatin destgîrkirin

Di çarçoveya kampanya 'Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî' Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê xwest ji Kadikoyê ber bi Enqereyê ve bimeşe, lê polîsan êrişî wan kir. Di encamê de 5 endamên însiyatîfê bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Ji Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê 8 kesan ji bo edaletê xwestin ji Kadikoy a Stenbolê ber bi Enqereyê ve bimeşin.

Beriya destpêkirina meşê, li ber Şaredariya Kadikoyê di nava dorpêçiya polîsan de daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, tevî ku 6 sal di ser komkujiya Pirsûsê re derbas bûye hîn di dozê de gavek nehatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya têkoşînê hate kirin û hate gotin, "Em zanin ku aştî û azadî bi ronîkirina komkujiyan û darizandina berpirsyaran wê bê vê xakê."

Bi navê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê 8 kesî xwest bimeşe, lê artêşek ji polîsan pêşî li wan girt.

Endamên însiyatîfê bi çalakiya rûniştinê ev kiryar şermezar kirin, lê belê 5 ji wan bi lêdanê hatin destgîrkirin.