Polîsan êrîşê çalakiya ji bo Encu kir: 6 kes hatin destgîrkirin

Hevserokên HDP’ê yên Kocaeliyê jî di nav de, 6 kesên ku êrîşa li dijî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu, protesto kirin hatin destgîrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê xwest ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Îzmîtê daxuyaniyekê bide û êrîşa ku polîsan li dijî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu pêk anî, protesto bike. Hevserokên HDP’ê yên Kocaeliyê Şahabettîn Işik û Aynûr Santos û rêveberên bajêr û navçeyê, gelek endamên partiyên siyasî ku Tifaqa Ked û Azadiyê jî di nav de bû, ji avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê derketin û ber bi bîrdariyê ve ku wê daxuyanî lê were dayîn, meşiyan.

6 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Girse di bin dorpêça polîsan de meşiyan û timî ji aliyê polîsan ve dihatin astengkirin. Girse tevî astengiyan jî meşiyan û hîna negihiştin qada ku daxuyanî lê were dayîn, polîsan êrîşê wan kir. Piştî êrîşa polîsan Hevserokên HDP’ê yên Kocaeliyê Şahabettîn Işik û Aynûr Santos, Hevserokê HDP’ê yê Daricayê Idrîs Ay, Alî Akbal, Allatîn Artûer û Necatî Altitoprak ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Nehat zanîn ku kesên destgîrkirî, birin kuderê.