Polîsan êrîşê çalakiya ESP û SGDF’ê kir: 10 kes hatin destgîrkirin
Polîsan êrîşê ESP û SGDF’iyên ku xwestin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin, kir û 10 kes hatin destgîrkirin.
Polîsan êrîşê ESP û SGDF’iyên ku xwestin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin, kir û 10 kes hatin destgîrkirin.
Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, piştî Îzmîrê li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê di 18’ê Çileyê de piştî daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê destpê kiribû. Endamên ESP û SGDF’ê xwestin li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî bikin.
Partiyî û welatiyên ku li pêşiya girtîgehê kom bûn pankarta “Em piştevaniya mezin bikin, tecrîdê bi dawî bikin” vekirin. Di vê navberê de polîsan dora girseyê girt û bi hinceta “qedexe ye” destûr nedan daxuyaniyê.
Beşdaran jî bertek nîşanî biryara qedexeyê dan û bi dirûşmên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Rûmeta mîrovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” bertek nîşanî dorpêç û biryara qedexeyê dan. Li ser vê yekê polîsan êrîşî girseyê kir û 10 kes destgîr kirin. Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Huseyîn Îldan, Leyla Can, Berfîn Polat, Kalender Polat, Berkan Devecî, Adnan Ozcan, Selfînaz Goçmez, Omer Akgun, Sedat Polat û kesê bi navê Mazlum ku paşnavê wî nehat zanîn.”