Polîsan êrîşê bibîranîna Ethem Sarisuluk kir
Ethem Sarisuluk ku di pêvajoya Berxwedana Geziyê de li Parka Guvenê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn, polîsan êrîş kir û gelek kes bi êşkence destgîr kirin.
Ethem Sarisuluk ku di pêvajoya Berxwedana Geziyê de li Parka Guvenê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn, polîsan êrîş kir û gelek kes bi êşkence destgîr kirin.
Salvegera 10’emîn a çalakiyên Geziyê, li Guvenparka li Enqereyê ku Ethem Sarisuluk lê hat qetilkirin, çalakî hat lidarxistin, polîsan êrîşê çalakgeran kir. Polîsan beriya çalakiyê dor li Guvenparkê girt û nexwest çalakger li hev bicivin û kesên li cihên cuda yên Kizilayê li hev civiyan destgîr kirin. Bi tenê hişt ku malbat û çend tev li çalakiya bibîranînê bibin. Dirûşmeyên, "Hevrê Ethem nemir e", "Gezî rûmeta me ye" û "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de nêzîkê 30 kes hatin destgîrkirin. Polîsek kulmek li Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûkê jî xist.
Navên 14 kesên hatin destgîrkirin ev in: "Çagla Yeşîm Çakir, Songul Dogan, Mûstafa Feroglû, Enes Ûgûr, Zarîfe Çamalan, Ûmût Korkûtan, Devîn Can Atakan, Tûgûlka Koseoglû, Ilgaz Kekeç, Melîh Yildiz, Mûrat Can Çoban, Dîlara Huseyîn Gokoglû, Umît Can Akbûlût."
Polîsan ku êrîş kir, girse li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê civiya û daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk di çalakiyê de axivî.
MIDÛRÊ ŞAXÊ EWLEHIYÊ TACIZÊ PARLAMENTERÊ KIR!
Çûbûkê diyar kir ku wê xwestiye bi malbata Ethem Sarisuluk re be û lewma Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê êrîşê wan kiriye û wiha axivî: "Ji ber ku me xwest em bi yên destgîrkirî re bin, Midûrê Şaxê Ewlehiyê dirêjê min kir tundî li min û gef li min xwar. Ahmet Şahbaz çawa ku kujer be, Mûhammed û Hanîfî jî tacizker in."
Parek ji girseyê ku polîsan êrîşê wan kir, çû li ber Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê û daxuyanî da çapemeniyê.
1’Ê HEZÎRANÊ EM Ê LI PARKA GUVENÊ BIN
Hevseroka Şaxê ÎHD’ê yê Enqereyê Sevîl Tûrgût bi bîr xist ku salvegera 10’emîn a Berxwedana Geziyê ye û got ku ew ê wek her sal 1’ê Hezîranê li Parka Guvenê bin.’’
JI BERÊ BÊHTIR DITIRSIN
Parêzerê Ethem Sarisuluk Kazim Bayraktar anî ziman ku di dozê de tu rêyeke hiqûqa navxweyî nemaye û ev gotin kirin: "Bi tundiya polîsan kir, xuya bû ku çiqas ditirsin. Xwedêgiravî hilbijartin kar kirine. Ji berê bêhtir ditirsin."
Sayfî Sarisuluk a dêya Ethem Sarisuluk, bi lêv kir ku 10 sal di ser qetilkirina Ethem re buhuriye û her sal heman tundî li wan tê kirin û wiha axivî: "Kurê min jiyana xwe ji dest nedaye, bi hevalên xwe re bû, Em ê dîsa bikin ku bijî û bigihîje hevalên xwe."
‘TU HÊZ NIKARE ME JI TÊKOŞÎNA ME YA MAFDAR BIKE’
Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemlîoglû jî got: "Derb li me xistin, bi dehan hevalên me bi êşkence destgîr kirin û got: ‘’Tu hêz bi tu awayî nikare me jî têkoşîna me ya bi mafdarî bike."