Polîsan êrîş çalakvanê Pirsûsê kir: 6 kes hatin destgîr kirin

Polisan, mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo salvegera Komkujiya Pirsûsê bimeşin Qada Galatasarayê kirin û 6 kes destgîr kirin.

Partiya Sosyolîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ji bo Komkujiya Pirsûsê meş li dar xistin. Koma ku bi dûrişmeya "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesî edalet" li kuçeya Balyozê li hev civiya ber bi Qada Galatasarayê ve meşiya. Komê di meşê de pankarta "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesî edalet" vekir û dûrişmeyên "Wê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" berz kirin. 


 
Piştî destpêkirina meşê bi çend deqeyan polisan êrîş bire ser komê kir û 6 kes destgîr kirin.