Polîsan êrîş bir ser ciwanên govend li ber muzîka Kurdî digirt
Li Kadikoyê, polîsan êrîş bir ser ciwanên govend digirt, gule bera hewayê da û 4 ciwan bi êşkence destgîr kirin.
Li Kadikoyê, polîsan êrîş bir ser ciwanên govend digirt, gule bera hewayê da û 4 ciwan bi êşkence destgîr kirin.
Li peravên Moda yên Kadikoyê, polîsan êrîş bir ser ciwanên li ber stranên Kurdî govend digirt. Polîsên êrîş bir ser ciwanan, dest da ser hoparlora wan a muzîkê. Ciwanan ku bertek nîşan da, polîsan gaza îsotê li wan reşand. Ku rageşî di nav polîs û ciwanan de çêbû, polîsek çek ji ber xwe derxist û gule bera hewayê dan. Piştî ku polîs gule berdan hewayê ciwanan xwe ji cihê bûyerê dûr kir, lê polîsan da pey wan û qet nebe 4 ciwan destgîr kirin.
Di wesayîta polîsan de êşkence li ciwanên destgîrkirî hat kirin. Kesên li derdorê, bertek nîşanê polîsan da.
Nehat zanîn ku navên ciwanên destgîrkirî çi ne û bi kû ve hatine birin.