Polîsan dîsa êrîşî Dayikên Şemiyê kirin
Polîsan êrîşî xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kir.
Polîsan êrîşî xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kir.
Di 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinan a Navneteweyî de polîsan dîsa êrîşî xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kir. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyekê xwestin destgîrkirina Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê şermezar bikin. Di êrîşa polîsan a li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi mertalan hatin derbkirin û xwestin wan bi zorê bixin avahiyê.
Piştî çalakiya rûniştina F'yê ku her hefte li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş tê lidarxistin, tevî biryarên Dadgeha Makezagonê polîsan êrîşî çalakiya li dijî astengkirina mafê çalakiya aştiyane ya Dayikên Şemiyê kir. Birayê sembola windayan Hasan Ocak Masîde Ocak, bi van gotinan nerazîbûnên xwe li dijî destgîrkirina Dayikên Şemiyê anî ziman, “Tevî biryarên Dadgeha Makezagonê ev 6 hefte ye destê xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan bi paşve tê kelepçekirin. Dadgeha Makezagonê diyar kir ku, divê rêz li kombûna civakên wekî Dayikên Şemiyê yên ji bo avakirina raya giştî bê girtin, lê ev 6 hefte ye em têne destgîrkirin û destê me ji paş ve kelepçe dikin. Em dixwazin bizanin çima. Em ewqas rastî tundiyê tên ji kerema xwe re sedema wê jî bibêjin. Em dixwazin bizanibin li hemberî kîjan qedexeyê em hatin astengkirin. Em dixwazin serlêdanên me kirine niha ji aliyê qeymeqam û waliyên navçeyê ve bên bersivandin."
Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kirin. Polîsan xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derb kirin û hewl dan bi zora mertalan wan têxin avahiya ÎHD’ê. Polîsan êrîşî endamên çapemeniyê yên ku hewl didan dîmen bigirin jî kirin.