Polîsan di ser mala Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Aynur Aşan de girt. Li gel ku tu kes li malê tuneye jî lêgerîna li malê didome.
Polîsan di ser mala Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Aynur Aşan de girt. Hate zanîn ku, polîsan li taxa Mevlana ya navçeya Toroslarê hatin mala Aşan û li gel tu kes li malê tuneye jî lêgerîna polîsan li malê didome. Tê gotin Aşan li nexweşxaneyê tê dermankirin û nehate zanîn ku, bi kîjan hincetê di ser malê de hate girtin. Lêgerîna polîsan ya li malê didome.