Polîsên AKP’ê bi ser rojnameya Atilim û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de girtin.
Nêzî 15 deqe berê polîsên sivîl yên girêdayê TEM’ê bi ser rojnameya Atilim û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETH) ya li Aksaray a Stenbolê de girtin. Ajans û rojnameya k udi heman avahiyê de bûn, hate zanîn ku bi biryara 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran bi hinceta ku ‘weşanên rêxistina MLKP’ ne rastî serdegirtinê hatiye.
Di 23’ê hezîranê de li hemberî sosyalîsan operasyona hevdem pêk hatibû û 8 kes k udu jê rojnameger bûn hatibûn binçavkirin û 5 kes hatibûn girtin.
Di 25’ê hezîranêde jî di operasyonê antî-sendîkal de 71 sendîkavanên kurd hatin binçavkirin.