Polîsan di ser avahiya Rêxistina BDP'ê ya Meletî û malên rêveberên BDP'ê de girtin. Alikarê Serokê Rêxistina BDP'ê Zekî Kiliçgedîk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Lêgerîna li avahiya BDP'ê berdewam dike.
Yekîneyên polîsan di ser avahiya Rêxistina BDP'ê ya Meletî û gelek malan de girt. Hate ragihandin ku, di nav de Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Meletî Zekî Kiliçgedîk jî heye gelek kes hatin binçavkirin. Li avahiya BDP'ê di bin çavdêriya Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Meletî Gaffar Bayram li avahiyê lêgerîn berdewam dike.