Operasyona qirkirina siyasî: Avêtin ser avahiyên DBP'ê
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBP’ê û avahiyên wê yên li bajaran ve girtin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek rêveber hatin destgîrkirin.
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBP’ê û avahiyên wê yên li bajaran ve girtin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek rêveber hatin destgîrkirin.
Pêla destgîrkirin û girtinê ya li dijî siyasetmedarên Kurd dewam dike. Vê sibehê polîsan bi ser avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malên rêveberên wê de girtin. Polîsan serê sibehê zû avêtin ser Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ku li Amedê ye. Lêgerîna polîsan a li avahiyê didome.
HEVSEROKÊ DBP'Ê KESKÎN BAYINDIR DESTGÎR KIRIN
Polîsan avêt ser mala Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştre Bayindir destgîr kirin. Di kêliya ku Bayindir ji avahiyê derdixistin, Bayindir îşareta serketinê nîşan da lê polîs destê wî anîn xwarê. Hat zanîn ku Bayindir birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
ŞANDEYA HDP’Ê ÇÛ AVAHIYA DBP’Ê
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosun, Îmam Taşçier û Feleknas Ûca derbasî Buroya Şêwra Navenda Giştî ya DBP’ê ku lêgerîn lê didome bûn. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyad Ceylan û Gulistan Atasoy jî li ber avahiyê disekinin.
DERIYÊN AVAHIYAN HATIN ŞIKANDIN
Her wiha polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Balgata Enqereyê de jî girtin. Polîsan derbarê lêpirsînê de agahî nedan û derdora avahiya DBP’ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Lêgerîna polîsan didome.
Polîsan li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Êlih, Riha û Dîlokê jî avêtin ser avahiyên DBP’ê û di serdegirtinan de deriyên avahiyan hatin şikandin.
HEVSEROKÊN BAJARAN HATIN DESTGÎRKIRIN
Li gorî zanyariyên li ber destan; Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan hatin destgîrkirin.
Hat diyarkirin ku lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin û tê gotin dibe ku hejmara kesên hatin destgîrkirin zêde bibe. Hat zanîn ku siyasetmedarên hatine destgîrkirin wê bînin Amedê.