Polîs ev 7 meh in gefê li ciwanên HDK-HDP ên Kadikoyê dixwin
Polîs ev 7 meh in gefê li ciwanên HDK-HDP ên Kadikoyê dixwin
Polîs ev 7 meh in gefê li ciwanên HDK-HDP ên Kadikoyê dixwin

Derket holê, ciwanên endamê Meclîsa Ciwanan a HDK-HDP a Kadikoyê, ev heft meh in rastî gefa polîsan tên. Endamê Meclîsa HDK'ê xwendekarê Zanîngeha Marmarayê Mûtlû Tatar ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku amîrên polîsan ên Emniyeta Navçeyê ku timî hewl didin çavên wan bitirsînin, niha bi rêya kesên binçavkirî re gefê li wan dixwin.
Xwendekarê Zanîngehê Mûtlû Tatar da xuyakirin, ku ji ber zêdebûna mûxalefeta Meclîsa Ciwanan a HDK-HDP a Kadikoyê, amîrên polîsan ên Midûriyet Emniyetê ya Navçeya Kadikoyê ji wan gelekî aciz in. Tatar ragihand, ku gef û zext bi taybetî piştî protestoyên Somayê zêde bûne û diyar kir ku amîrên polîsan zêde gavî kirin û bi rêya kesên hatine binçavkirin nav didin û gefa "Bila ev kes hay ji xwe hebe, di destê me de dîmenên wî hene, ya ew ê dest ji van tiştan berde yan jî em ê wî bigirin" dixwin.
Tatar da zanîn ku yek ji van amîrên polîsan ên gefê li wan dixwe ew kiriye binçavan, yekser gef li wî xwariye û got, "Ev amîrê ku yekser gef li min xwar, vê carê bi rêya kesên binçavkiriye re, mesaja gefê dişîne ji min re û hevalên min re."
Tatar da zanîn ku ev amîrên polîsan berî du hefteyan bi rêya telefonê li avahiya HDP'ê ya navçeyê geriyane, ew jî di nav de navê şeş kesan bilêv kirine û gotine, "Ew êdî gewî bûne, ji ber wan em ê li Kadikoyê êdî destûra ti meşên we nedin."
Tatar diyar kir ku berî çend hefteyan ji xwe destûr ji meşa wan a li Kadikoyê nehatiye dayîn û anî ziman ku piştî protestoyên 6-7'ê Cotmehê ev helwesta kêfî zêdetir bûye.