Polîs çûyîna Sîlîvriyê asteng dike

Polîs çûyîna Sîlîvriyê asteng dike

Wesayîtên ku ji navçeyên Stenbolê ji bo beşdarî rûniştina doza KCK'ê ku di nav de Prof. Dr. Buşra Ersanli û nivîskar Ragip Zarakolû jî heye 193 kes tên darizandin, dixwestin biçin Sîlîvriyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Rûniştina 1'emîn Doza KCK'ê ya Stenbolê ku di nava wan de Prof. Dr. Buşra Ersanli û nivîskar Ragip Zarakolû jî heye li Sîlîvriyê dest pê dike. Wesayîtên welatiyan ku ji gelek navçeyên Stenbolê bi rê ketin û dixwestin biçin Sîlîvriyê û beşdarî rûniştina dozê bibin hate astengkirin.

Welatiyên ku li hemberî vê pêkanînê bertek nîşan dan diyar kirin ku, astengkirin li ser fermana Miduriyeta Polîsan ya Stenbolê ve hatiye kirin. Hate zanîn ku, di otobusekî ku ji Umraniye bi rê ketiye de kontrola nasnameyan hatiye kirin. Ji aliyê din 2 otobusên ku ji Ataşehîrê bi rê ketibûn bi hinceta ewraqên wê kêmin li Kayişdagê hatiye girêdan.

Welatiyan anî ziman ku ji bo tevlîbûnekî bi girse nebe van astengiyan derdixînin. Ji aliyê din hate zanîn ku cendirmeyan li ber Sîlîvriyê barîqatekî danîne û ji xizmên bersûcan tenê 2 kes dihêlin derbasî hundir bibin, welatiyan bernadin.