Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar

Di avêtina ser malê de birayê rojnamevan Hakan Yalçin hat destgîkirin. Di dema destgîrkirinê de amîrê polîsan ku rojnamevan Yalçin berê êşkenceya wî teşhîr kiribû, bi kuştinê gef li Yalçin xwar.

Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, Ozkan Yalçin, birayê rojnamevan Hakan Yalçin hat destgîrkirin. Di dema destgîrkirinê de, polîsan bi kuştinê gef li rojnamevan Hakan Yalçin xwar û di dema lêgerînê de dê û bavên wî jî li erdê hatin dirêjkirin.

Hat hînkirin ku polîsên TEM'ê yên ji bo birayê Yalçin hatibûn malê, hin ji wan di 25'ê Cotmeha 2022'yan de jî di dema destgîrkirin û girtina rojnamevanan de Yalçin ji Wanê biribûn Enqereyê jî hebûne. Wê demê amîrê polîsan çek spartibû serê Yalçin û bi kuştinê gef lê xwaribû û gotibû "Ez ê te bikujim" jî hebûye.

Yalçin ragihand ku di avêtina ser malê ya îro de, heman amîrê polîsan car din gef lê xwariye û gotiye: "Ger ez çekê bikişînim, ez ê wê bişixulînim. Em ê bera serê te bidin."

Hat ragihandin ku polîsan di dema avêtina ser malê de heqaret li dêya Yalçin kiriye û bi ser bavê wî yê astengdar ê 70 salî yê nexweşîan Alzheîmerê pêr e heye qîriyane û serê birayê wî Ozkan Yalçin jî li dîwêr xistine.

Malbata Yalçin dê giliyê polîsan bike.