Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga çûyîna ser sindoqan kir
Platforma Ewlehiya Hilbijartinê bang li her kesê kir ku roja 28’ê Gulanê biçin ser sindoqan.
Platforma Ewlehiya Hilbijartinê bang li her kesê kir ku roja 28’ê Gulanê biçin ser sindoqan.
Platforma Ewlehiya Hilbijartinê (SGP) ji bo tevlîbûna hilbijartina serokkomariyê ya dê di 28’ê Gulanê de bê kirin metneke bangê weşand. Di metnê de wiha hate gotin: “Piştî roja hilbijartinan hate diyarkirin ku me bi hev re dîtin ku pêvajoya hilbijartinê di bi şertên ne wekhev de pêk hat û çavkaniyên cemaweriyê û medya bi awayekî bêhiqûqî hate bikaranîn. Rexneyên di raporên navnetewî û çapemeniya navnetewî de cih digirin ji bo welatê me cihê xemginiyê ye.”
Di berdewama metnê bangê de ev hate gotin: “Divê em hemû di hilbijartina Serokkomariyê ya tûra duyemîn de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetê jê hez dikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku dengê hemwelatiyên me yên di 14’ê Gulanê de çûn ser sindoqê çiqas bi nirx in. Divê endamên lijneya sindoqê û muşahid careke din peywira xwe bi cih bînin. Divê em organîzasyonên anîna welatiyên me yên ku li herêma erdhejê deng bidin lê li bajarên cuda ne dubare bikin. Werin em di 28’ê Gulanê de li rex hev ji bo hilbijartineke zelal û adil bi hev re biçin ser sindoqan!”
LÎSTEYA ÎMZEVANAN
Saziyên ku navê wan di binê metne de hene wiha ne: “Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Sendîkaya Teqawîtan, Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO), Weqfa Demokrasiya Civakî (SODEV) / Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Komeleya Însiyatîfa Mafan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Herêmî ya Kizilirmak, Yekîtiya Mulkiyeyan, Komeleya Mezûnên Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU), Tevgera Demokrasiyê ya Ewropayê 2025 (Dîem 25 Tirkiye), Foruma Anitparkê, Misilmanên Antîkapîtalîst, Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB), Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD), Platforma Maf û Edaletê, Koordînasyona Medyaya Herêmî ya Hilbijartina 2023’yan, Diransazên Civakî, Dilxwazên Tirkiyeyê, Înîsiyatîfa Welatiyan, Komeleya Hemwelatîbûnê.”