Dewleta Tirk, ku rewşa li Minbic, Bab û Reqayê li gorî dilê wê nîne û planên wê yên dagirkeriyê bi ser neketin, tê gotin ku amadekariyên êrîşeke nû ya li dijî Rojava dike. Li gorî agahiyan, rêveberiya Enqereyê li Rojava û Ewropayê amadekariya sûîqestê kiriye, lê ev hewldan bi giranî hatine pûçkirin.
HEDEF JI ALIYÊ ENQEREYÊ VE HATE DIYARKIRIN
Li gorî agahiyên gihîştin ber destê ANF'ê, amadekariyên sûîqesta li dijî rêveberiya Rojava, ji aliyê tîmek di nava MÎT'ê de tê kirin. Di çarçoveya vê planê de li hin bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hucreyên veşartî hatin avkirin. 'Endamên MÎT'ê' yên di nava van hucreyan de hatin bicihirin, amadekarî kirin ku êrîşê li kesên ji aiyê Enqereyê ve hatine diyarkirin, bikin. Tê gotin, ev plan bi giranî hatiye pûçkirin.
PLANA SÛÎQESTA LI DIJÎ SALIH MUSLIM
Di çarçoveya heman armancê de, li Ewropayê li dijî Hevserokê PYD'ê Salih Muslim plana êrîşê hate kirin û ji ber ku îstîxbarata du dewletên Ewropayê pê hesiyan e, Tirkiyeyê êrîşkarên xwe vekişandiye. Tê gotin, kesên ji bo êrîşî Salih Muslim bikin hatine wezîfedarkirin, ji aliyê MÎT'ê ve hatine birêvebirin û ne welatiyên Tirkiye û Sûriyeyê ne. Li gorî agahiyan, biryara 'girtina Salih Muslim' jî piştî eşkerebûna vê planê hatiye girtin.
RAYEDARÊN KOALÎSYONÊ HIŞYARÎ DAN ENQEREYÊ
Tê gotin, rayedarên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî bi vê plana rêveberiya Tirk hesiyane û ji bo dev ji vê hewldanê berde hişyarî dane Enqereyê.
DIBE KU ÊRÎŞ BÊN KIRIN
Heman çavkaniyan gotin, ev plana êrîşê ya rêveberiya Tirk hê di dewrê de ye û bi temamî nehatiye pûçkirin.