Mamoste jî dê êdî para xwe ji zextên hikûmeta AKP’ê ya li ser greva werbigire. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her çendî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Tirk ve tu daxuyaniyek nehatiye dayîn, ji bo tesbîtkirina 8 hezar mamosteyên ku di 23’ê gulanê de li Antalyayê dest ji kar berdan, xebat hat destpêkirin
Mufetîşên perwerdehiyê ya bajêr, zend û bendên xwe badan û hewl didin ku dibistan bi dibistanan bigerin û mamosteyên beşdarî grevê bûne aşkere bikin. Mufetîşan di vê çarçoveyê de îfadeyên mamoste, xwendekar û malbatan wergirtin.
Egîtîm-Senê nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da. Serokê Şaxê Egîtîm-Senê yê Antalyayê Nurettîn Sonmez got; “vê yekê perwerde û hîndekariyê jî derbas kiriye. Êrîşeke bi giştî li hemberî mamosteyan heye. Ji ber ku hin mamosteyan telekonferansa perwerdehiyê ya ji aliyê Wezîr Dînçer ve li seranserê Tirkiyeyê hat dayîn boykot kirin, tola vê yekê tê hildan.”