'Piştî Esad şerê herî mezin bi kurdan re tê kirin'

'Piştî Esad şerê herî mezin bi kurdan re tê kirin'

Guhertinên di rêveberiya Encûmena Netewî ya Suriyeyê (ENS) û anîna A.Seyda ku bi eslê xwe kurd e, li Rusyayê rê li ber nîqaşan vekir. Der barê mijarê de Y.B Şeklovîn di malpera Enstîtuya Rojhila Navîn û Israîlê(îîmes.ru) de nivîsek nivîsî û diyar kir piştî Esad şerê herî mezin dê li hemberî kurdan pêk bê. Şeklovîn sedemên anîna A.Seyda ya ENS’ê nirxand û got k udi nava muxalefetê de faktora herî girîng kurdin.

Di nivîsê de hate destnîşankirin ku sedema anîna serê ENS’ê ya A. Seyda ew e ku têkoşîna bi xwîn û veşartî ya di navbera hêzên muxalefeta Suriyeyê nîşan dide. Di berdewamiya makaleyê de wiha hate gotin: “Di konseyê de di qeydên dahatuya aborî de û bikaranînê de hin guman hene. Entelektuel B. Galyumê ku alîgirê rojava bû ji ber ku li hemberî Esad nerm bû hate teqawîtkirin.”

Di berdewmaiya nivîsê de hate diyarkirin ku ji ber ku pergal û çavkaniyên fînansê li cihê xwe runenişt rê li ber nelihevkirina vekir û wiha got: “Vê yekê jî rê li ber fîkara ku rêxistinên aktîvîstan li gorî şoreşên din yên ereban xizantir in vedikirin. Ger ku derfetên aborî tune bûya hêzê çekdar nedikarîn li hemberî Suriyeyê têbikoşiya. Erebîstana Siûdî û Qetar alîkariya çekan didin konseyê. Lê ji ber vê yekê gumanên ku komkujî ji aliyê kê ve tê kirin, derketin holê.

Ligel ku bandora psîkolojiya van komkujiya zêde ye jî sûcê şer jî gelek girînge. Ji ber ku di dema şerên naxweyî de pirsgirêka paqijkirina komên biçûk yên baweriyên din dertê holê. Lê ev ji aliyê Rusyayê ve tên bloqekirin. Ev dem jî dibe ku bibe derbasbûna dema şerê sivîl. Dibe ku bibe pêvajoyeke ku her cureyê lîstika qirêj bên lîstin. Her wiha bûyerên ku ji kontrola alîgiran dertên jî hene. Ev îsbata reaksiyona ku bi biryara wan dertê ye. Ev jî nîşan dide ku hem hêzên muxalîf û hem jî hêza leşkerî çiqas qels e. Ligel vê ji artêş Suriyeyê ya azad jî gelek veqetandin çêdibin.”

MUXALEFET DIXWAZE KURDAN BIGIRE CEM XWE

Hin kes dipirsin’Çima A. Seyda yê kurd’. Gelek sedemên wê hene. Şeklovan der barê vê de nirxandinên balkêş dike û wiha dibêje;

“Beriya her tiştî fîgura lihekirinê ye. Xelyum jî wisa bû. Divê em vê bizanin ku li pişt Seyda hêzeke kurd a reel tune. Ya herî girîng jî piştgiriya kurdên Suriyeyê tune. Niha pirsgirêka herî mezin a muxalefet û desthilatî kurdin. Hem yên Suriyê û hem jî yên ji derve temaşe dikin êdî fêm dikin ku piştî Esat, şerê herî mezin yên duyemîn li hemberî Esad pêk tê.

Kurdên ku ne girêdayê tu derê ne jî xwedî fikra ku Kurdistanê ava bikin e. Tiştên din jî pêngava ku bigihijin van tiştane. Her çiqas Seyda retorîkek paşverû jî bi kar bîne di nava vê de tevdigere. Ji ber ku vê neke dê tu kurd piştgiriyê nede wî.

Partiyên di bin kontorla PKK’ê de li herêmên kurd kontrol kir û bin destê xwe. Niha nakevin tu pevçûnekê jî. Niha bi koma Seyda re dikevin nava lihevkirinekê. Ji ber ku koma Seyda, amûreke ku her kurdek difikiriye.

Weke ku Seyda jî dibêje rêya gihiştina vê armancê çûyîna Esad e. Seyda hinekî mînaka Iraqê çêtir dibîne. Lê ev ji bo gelek muxalîfan rewşeke ku nayê qebûlkirinê ye.

Aliyekê din yê hibijartin Seyda ew e ku faktora kurd çiqas girîngiyê dide. Bi vî awayî muxalîf difikirin ku kurdan hinekî din jî ji Şamê dûr bixin.

Tiştên ji bo hilbijartinê diqewimin jî qelsî û hêza îslamiyan nîşan dide. Birayên Misiliman yên din ava muxalefetê de nexwestin endamên koma çep bê hilbijartin.