Piştevaniya Taksîmê: Em ê edaletê bînin van cih û waran

Piştevaniya Taksîmê, bi boneya salvegera 10’emîn a Berxwedana Geziyê, çalakiyeke protestoyî li Taksîmê li dar xist.

Piştevaniya Taksîmê, bi boneya salvegera 10’emîn a Berxwedana Geziyê, li ber Odeya Endezyarên Elektrîkê ku li Taksîmê ye, çalakiyeke protestoyî li dar xist. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kesk tev li çalakiyê bûn.

Gava çalakiyê, dirûşmeyên “Her der Taksîm, her der berxwedan e”, “Wê reşahî biçe, Gezî bimîne” hatin berzkirin. Navên kesên di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest daye, yek bi yek hatin gotin. Akîf Bûrak Atlar ku li ser navê Piştevaniya Taksîmê axivî, got: “Sala dehemîn a Geziyê, li dijî qedexe, cezayên nehiqûqî, zext, rant, derew û polîtîkayên jihevcihêkirinê, em bi hev re ne, ji wê roja ku me deng veguherand qêrînê ve, em şanaz in. Me, ewr roj gotibe çi, niha jî heman tiştî dibêjin. Her der Taksîm, her der berxwedan e.”

‘EM Ê HÊVIYÊ ZÊDE BIKIN’

Serokê Şaxê Odeya Avahîsazan a Buyukkent a Stenbolê Esîn Koymen daxuyanî xwend. Koymen, got: “Em bi parastina Parka Geziyê şanaz in. Bêedaletî û newekhevî berdewam in. Em ê heviyê geş bikin û edaletê bînin van cih û waran.”

POLÎSAN PIR KES DESTGÎR KIRIN

Endamên Partiya Tirkiyeyê (TKP), ji bo çalakiyên salvegera 10’emîn a Geziyê, ji bariyeran derbas bûn li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîmê pankartê bi nivîsa “Serî daneyne” daliqand û dirûşmeya “Serî daneyne, li welatê xwe bibe xwedî” berz kir. Polîsan dirêjê wan kir, ji nêz ve gaza rondikrêj li çalakgeran reşand û gelek kes destgîr kirin.