Jin ji bo Peymana Stenbolê wê li qadan bin. Bi mîtînga ku wê 19'ê Hezîranê li Stenbolê çêbibe wê feshkirina peymanê ya ji hêla Recep Tayyîp ve were şermezarkirn. Jixwe ji roja ku peyman bûye mijara nîqaşan jin li kuçeyan in.
Li aliyê dî tundiya li ser jinan kêm nabe. Jin li gel tundiya mêran niha di hedefa dewletê û hêzên wê yên kontra de ne. Tam weke Deniz Poyraz ku bi êrîşa li ser avahiya bajêr a HDP'ê ya Izmîrê de hatî kuştin.
Ji Platforam Jinan a Enqerê û her wiha Hevseroka HDP'ê ya Sîncan Enqerê Fatma Kiliçaslan kuştina Deniz Poyraz bi bîr anî, bal kişande ser rola dewletê ya di kuştina jinan de û got, ''Peymana Stenbolê jina ji her cure tundiyê diparêze, jinan ji tundiya dewletê jî diparêze'' û bi berdewamî gotinên milîtarîs ên dema berxwedana xwerêveberiyê yên li ser bedena jinê, nivîsên JOH-POH'ên li ser dîwaran, jinên ku wê demê hain qetilkirin bi bîr xist û got, ''Ev jî nîşan dide ku peyman li bajarên Kurdan bi cih nayê. Wê demê komkujî bi destê dewletê hatibû kirin. Yadê Taybet ku laşê wê heft rojan li kuçeyê hate hiştin û Cemîa ya 12 salî bûne sembol. Beriya bi rojekê bi êrîşa li ser partiya me ya li Izmîrê hevala me Deniz Poyraz hate kuştin. Deniz Poyraz endama partiya HDP'ê bû ku HDP azadiya jinê li ber xwe datîne. Li pişt panktarta ku me dixwest ku pê balê bikişînin ser tundiya jinê, tetîkêşê milîtarîst ê dewletê ew kuşt. Peymana Stenbolê ku datîne ber xwe jinan ji her cure êrîşê biparêze, mixabin ti caran nehate bicihanî, îro jî hevaleke me hate qetilikrin. Em kujeran nas dikin, kujer dewlet bixwe ye. Em careke dî dibêjin em ê ji Peymana Stenbolê neqerin ku bêyî cihêtiyê bike jinan, zarokan, penabran diparêze.''
Seroka Komeleya Jinan a Esenyalî ya Stenbolê Adîle Dogan jî got hem ji bo ku Peymana Stenbolê bi dest ve bînin û hem jî ji bo hejariya ku zêde bûye, xebata ne ewle û ji bo kedê ew ê xwe berdin meydanan.