Peyama Neteweyên Yekbûyî ya li dijî girtina bi kêfî

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk ji hikumetan hemûyan xwest, ku her kesên ji ber bikaranîna mafên xwe hatine girtin, bêne berdan.

Volker Turk di sala 75'an a qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan de daxuyaniyek da û bang kir ku her kesên ji ber bikaranîna mafên xwe hatine girtin bêne berdan.

Volker Turk got, "Xwe bigihînin dilê xwe, dozan ji nû ve binirxînin û ji bo gavekê di çarçoveya vîzyona Beyannameya Gerdûnî de îsal biavêjin, tercîhekê bikin." Volker Turk destnîşan kir ku ew cîhaneke welê dixwazin ku her kes bi rengekî azad, wekhev, bi rûmet û xwedî maf bijîn.