Peyama KCK'ê ya ji ber wefata lîderê Partiya Komunîst a Fîlîpînê Sison
KCK'ê ji ber wefata Serokê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Fîlîpînê Jose Maria Sison, peyameke sersaxiyê weşand.
KCK'ê ji ber wefata Serokê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Fîlîpînê Jose Maria Sison, peyameke sersaxiyê weşand.
Sison ku li başûrrojhilatê Asyayê yek ji siyasetmedarê bi bandor ê dostê Kurdan bû, 19'ê Kanûnê li bajarê Utrecht ê Hollandayê li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin, ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.
Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata Sison peyameke sersaxiyê weşand. Peyama KCK'ê wiha ye:
"Dostê me serokê damezrîner ê Partiya Komunîst a Fîlîpînê (CPP) Jose Maria Sison koça dawî kir ku em pê gelekî xemgîn bûn. Vê agahiya dilşewat çawa ku bandoreke giran li endam û alîgirên Partiya Komunîst a Fîlîpînê, hezkiriyên Serok Sison, hevrê û gelê Fîlîpînê kir, em; dostên wî jî gelekî êşand.
Serok Jose Maria Sison heta dawiya emrê xwe cihê xwe di nava têkoşîna sosyalîzmê û şoreşa gelê Fîlîpînê de girt. Ew şoreşgerek bû ku timî li refên herî pêş bû. Ew çalakger bû, teorîsyenekî şoreşê bû. Hevrê Sison bi têkoşîna xwe ya li dijî dîktatoriya Ferdinand Marcos bû destanek. Ji ber têkoşîna xwe ya li dijî dîktatoriya Marcos, demeke dirêj li girtîgehê hate hiştin. Têkoşîna xwe li girtîgehê jî dewam kir, bi fikir û nivîsên xwe rêbertî ji şoreşê û hêzên şoreşger re kir. Têkoşîna Serok Sison ne tenê li welatê Fîlîpînê ma. Weke antî emperyalîstekî bi tevgerên şoreşê yên cîhanê re bû yek û têkoşîna xwe li qada navneteweyî jî dewam kir.
Serok Jose Maria Sison di heman demê de dostekî Kurdan bû. Timî piştgirî dida têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê. Tevlî kampanya ji bo azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan bû û ji bo kampanya li qada navneteweyî hîn bi xurtî bê meşandin, hewl da. Wefata Serok Sison bandoreke giran li me kir. Gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurdistanê gelekî xemgîn e ji ber ku dostekî xwe yê mezin winda kiriye.
Serok Sison di navbera gelên Fîlîpîn û Kurdistanê de pireke mezin a dostaniyê bû. Em; dostên wî û hevrêyên Serok Sison xwedî wê wezîfeyê ne ku vê pira dostaniyê bêhtir bi pêş ve bibin. Em bi biryar in ku xwedî li mîrateya Serok Sison derkevin û hêjayî bîranîna wî bin.
Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbata hêja ya Serok Jose Maria Sison, hevrê, dostên wî, endam û rêveberên Partiya Komunîst a Fîlîpînan, gelê Fîlîpînê û tevgerên şoreşê yên cîhanê re dixwazin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hevrê Sison ditewînin."