Peyama KCDK-E ya li ser 1'ê Gulanê
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 1'ê Gulanê bang li her kesî kir, ku dakevin qadan.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 1'ê Gulanê bang li her kesî kir, ku dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û dîktatoriya Erdogan û işaret bi girîngiya têkoşîna civakî hate kirin. KCDK-E bang kir, ku bi dirûşma "Faşîzm wê têk biçe, berxwedan wê bi ser bikeve" çalakî bên lidarxistin.
Di daxuyaniya KCDK-E de hate gotin, "Di vê pêvajoyê de, ku gelan, kedkar, bindest, ziman, ol û cihêrengiya ji bo hevgirtinê bi hev re dengê NA bilind kirin, em 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Di 1'ê Gulanê roja yekîtî, têkoşîn û piştgiriyê de wê dengê me yê NA mîna lehiyekê biherike û li dijî çeteyên AKP-MHP ên nîjadperest, li dijî nokerê van çeteyan PDK'ê û DAIŞ'ê wê bisekine.
Gelê me yê li Ewropayê, kedkar, demokrat, rewşenbîr û hemû hêzên mûxalîf wê di 1'ê Gulanê de li qadên têkoşînê li hev bicivin û nerazîbûna xwe ya demokratîk li kolanan nîşan bidin.
Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin di 1'ê Gulanê de bi gelan re tevlî çalakiyan bibin û sekneke li wateya 1'ê Gulanê tê nîşan bide. Di 1'ê Gulanê de em ê bi têkoşîneke hevpar hêza xwe mezin bikin, biryardariya me ya ji bo têkoşînê wê bidome. Di vê rojê de pêwîste em dirûşma 'FAŞÎZM WÊ TÊK BIÇE, BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE' biqîrin."