Peyama HDP'ê ya li ser 'Roja Rojnamevanên Dixebitin'

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel bi wesîleya Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyek da û got, "Tenê 6 mehên dawî 27 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin."

Alîkarê Hevserokê Giştî yên HDP'ê yê ji Çapemenî Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Temel, roja rojnamevanên ku 10’ê Çileyê veguherandin roja berxwedanê pîroz kir û wiha got: “Em 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin, di nava şert û mercên giran de pêşwazî dikin. Bi ‘qanûna sansurê’ re sansura li ser çapemeniyê girantir bû û vê qanûnê bi xwe re gelek ceza anîn. Qanûna Hejmar 7418 a Têkildarî Guherînên di Qanûna Çapemeniyê û Hinek Qanûnan de di cotmehê de kete meriyetê. Bi vê qanûnê re hîn bêhtir sansur û cezayên giran anîn û derbekî giran li azadiya  çapemeniyê û xweîfadekirinê hate xistin. Rejîma yekzilam; bi destê saziyên weke Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomartiyê, Desteya Çapemenî Îlanê û Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê re hewl da kedkarên çapemeniyê û saziyên çapemeniyê ‘bîne ser rê’ û mohra xwe li binê gelek sepanên ne demokratîk da.”

Bi domdarî Temel got ku ji rewşa heyî ya giran herî zêde rojnamevanên Kurd û muxalîf para xwe jê girt û wiha bi dawî kir: “Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê her sal bi boneya Roja Rojnamevanên Dixebitin hewl didin daneyên vê rewşa tarî parve bikin. Li gorî daneyên rapora Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya sala 2022’yan, di sala 2022’yan de 39 rojnamevan hatin girtin, li 76 rojnamevan jî ceza hatin birîn. Li gorî raporê, pêşî li 132 rojnamevan hate girtin ku nekarin nûçeyê bişopînin û 65 rojnamevan rastî êrişê hatin. Di nava salê de 56 malperên înternetê hatin girtin, 1109 nûçe û naveroka 2210 parvekirinên li ser medyaya civakî hatin astengkirin. Bêguman ji vê rewşa giran herî zêde rojnamevanên Kurd û muxalîf jê bandor dibin. Di nava 6 mehan de 27 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin. Em 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin li hemû rojnamevanên ku tevî her cureyên êriş û zilmê jî ev roj veguherandin roja berxwedanê pîroz dikin. Em ê her tim bi rojnamevanên naxebitin, bêkar hatine hiştin û li girtîgehan tên ragirtin bin."