Pevçûnên li taxên kurdan ên Helebê didomin
Pevçûnên li taxên kurdan ên Helebê didomin
Pevçûnên li taxên kurdan ên Helebê didomin
Li gorî agahiyên hatine bidestxstin duh di saetên êvarê de komên çekdar êrîşî taxa Eşrefiyê kirin û xwestin bikevin taxê. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê û Eniyê El-Ekrad de pevçûn derketin. Hate ragihandin di pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne.
Hate hînbûn ku komên çekdar ên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Helebê ku bi ser Artêşa Azad ve ye duh saet di 22.00’an de de ji aliyê Taxa Eşrefiyê ve êrîş pêk anîn û xwestin têkevin taxê. Hate gotin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê û Eniya El-Ekrad pevçûn qewimîne û heta saet 01.00’an dom kirine. Hate zanîn ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûn lê derbarê hejmarê tu agahî ne hatine zanîn.
Li aliyê din jî komên ku ji ber berxwedana şervanên YPG û Eniya El-Ekrad nikarin pêşbikevin bi hawanan taxên kurdan topbaran dikin. Her wiha bi sekvanan li avahiyên Seken Şebabî xwe bi cih kirine sivîlan hedef digrin. Hate zanîn ku duh welatiya bi navê Şêrîn Mihemed Bîlal bû ye hedefa sekvanên komên çete û ji lingê xwe birîndar bû ye.