Pêşnûmeya OYM’ê hate qebûlkirin

Pêşnûmeya OYM’ê hate qebûlkirin

3’emîn pakêta darazê der barê Dadgehên Rayeya Taybet (OYM) ku xala 74’emîn a sererastkirinê tê de ye û li Desteya Giştî ya Meclîsê tê nîqaşkirin, ji aliyê Desteya Giştî ya Meclîs ve hate qebûlkirin.

Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtinê 3’emîn pakêta darazê heta derengiya şevê berdewam kir. Pêşnûmeyên derbarê OYM’ê hate nîqşakirin û ji ber şerê ku qewimî navber dan runiştinê.Piştî navberê pêşnûme dîsa hate xwendin.

Di dema xwendina pêşnûmeyê de Parlamenetrên CHP’ê dîsa li maseyan xistin û çepik lê dan. Di vê navberê de di navbera parlamenterên muxalefet û desthilatdariyê de nîqaş derketin. Alikarê Serokê Mehmet Saglam jı ber nîqaşan dîsa navber da xwendina pêşnûmeyê. Bertekan berdeawm kir.

Cigirê Serokê koma BDP’ê Hasîp Kaplan, ber bi kusiya dîwana seroktiyê ku pêşnûme dihat xwendin ve meşiya. Kaplan, pêşnûme ji destê endama Katîp Mîne Lok Beyaz girt. Li ser vê yekê parlamenterê BDP û AKP’ê ber bi serokatiya Dîwanê ve meşiyan. Cîgirê Serokê Meclîsê Mehmt Saglam ji kursiyê veqetiya. Nîqaşan di navberê de jî berdewam kir. Li ber dîwanê hin parlamenteran bi kulman li hev dan.

Di vê navberê de parlamenterek li erdê ket. Piştî vê Sirri Sakik derket kursiyê û der barê êrîşa li hemberî Hasîp Kaplan de wiha got: “Hun hewl didin bi kulman me lînç bikin.” Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî wiha got: “Çawa ku dema anîna çêkirina qanûnê şaş bû, dema anîna pêşnûmeyê jî wisa şaş e. Ji ber vê jî hevdîtin di hawirê aloz de derbas dibin. Der barê pêşnûmeyê de jî gelek pirs hene. Dibe ku cigirê serok koma me şaş kiribe lê komeke bi giştî şaşî kir û êrîşê cigirê serokê me kir.”

Piştî axaftinan Cigirê Serokê Meclîsê Sadik Yakut, pêşnûmeya ku ji aliyê AKP’ê ve hatibû pêşniyarkirin da dengdanê. Di encam dengdanê de sererastkirinên derbarê OYM’ê de li Destya Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin. Piştî wê parlamenterên CHP’ê protestoya xwe berdewam kirin.