Pênc girtiyên siyasî hatin sirgunkirin
Necat Yilmaz, Îskender Yalçin, Sedat Baygeldî, Muslum Demîr û Rojhat Erçel ên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi hincetên kêfî sirgunî girtîgehên din hatin kirin.
Necat Yilmaz, Îskender Yalçin, Sedat Baygeldî, Muslum Demîr û Rojhat Erçel ên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi hincetên kêfî sirgunî girtîgehên din hatin kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin girtiyên bi navê Necat Yilmaz, Îskender Yalçin, Sedat Baygeldî, Muslum Demîr û Rojhat Erçel derveyî daxwaza wan, sirgunî girtîgehên din hatine kirin û haya malbatên wan ji sirgunkirinê çênekirine.
Necat Yilmaz û Muslum Demîr sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Entalyayê, Îskender Yalçin û Sedat Baygeldî sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê û Rojhat Erçel jî sirgunî Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê hatine kirin.