Agaoglû xwest, kampên penaberan ên AFAD'ê demildest ji kontrola sivîlan re bên vekirin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ya ji Komîsyona Koçber û Penaberan Berpirsyar Gulsum Agaoglû, beriya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê bersiv da pirsên ANF'ê.
Agaoglû da xuyakirin, ku penaberî rewşeke hatiye tercîhkirin nîne û got, "Penaberî rewşeke ji neçarî ye, ku ji ber şerê navxweyî bi serê mirovan de hatiye. Ji ber vê yekê, nabe ku penaber weke berpirsyarê vê encamê werin dîtin."
Agaoglû diyar kir, polîtîkayeke penaberiyê ya Tirkiyeyê nîne û got, "Hiqûqeke xwe ya penaberiyê jî nîne. Her wiha, dema mirov li peymana bi Yekîtiya Ewropayê re kiriye dinêrin, tê dîtin ku jiyana mirovan dikare bibe mijareke bazariyê.
'DIVÊ KAMP DERHAL JI KONTROLÊ RE BÊN VEKIRIN'
Agaoglû bibîr xist, ku ji ber şerê li Sûriyeyê zêdeyî 3 mîlyon mirovan xwe li Tiriyeyê girtine û got, "Ji sedî 10 ê van mirovan li kampên AFAD'ê yên ku bi ti awayî nayên kontrolkirin û ne zelal in, dijîn. Li van kampan, îstîsmara zayendî jî di nav de ji her alî ve mafên mirovan tên binpêkirin. Ev kamp di heman demê de weke girtîgehên nîv girtî ne. Parlamenter bi xwe jî nikarin bikevin nava van kampan."
Agaoglû bibîr xist, ku pêşî li wan hatiye girtin ew li kampa AFAD'ê ya li Dîlokê lêkolînan bikin û got, "Me ji nûnerên hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr bihîstin şert û mercên însanî yên jiyanê li kampê nîne, îstîsmara zayendî heye û zexta fûhûşê li jinan tê kirin."
'LI TIRKIYEYÊ HIQÛQEKE PENABERIYÊ NÎNE'
Agaoglû peymana Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan rexne kir û got, "Hiqûqa penaberiyê û serbestiya vîzeyê nabe bi hev re bên bilêvkirin. Welatên Yekîtiya Ewropayê hewl didin pêşî li hatina penaberan bigirin. lê belê li Tirkiyeyê hiqûqeke penaberiyê nîne. Tirkiye hemû penaberên ji welatên li derveyî welatên Ewropayê tên bi navê 'mêvan' pênase dike, ku ev pênase cihê xwe di ti hiqûqa navneteweyî de nîne. Penaber di nava rewşeke nediyar de tê mehkûmkirin."
Agaoglû her wiha kampa penaberan a hewl tê dayîn li herêma Teroyan a Mereşê tê çêkirin rexne kir û wiha dewam kir: "Bi taybetî, encamên siyasî yên kampa penaberan a li herêma Teroyan, wê giran be. Eger hûn difikirin li cihekî 5 hezar kes lê dijîn kampeke penaberana ji bo 40-50 hezar kesî çêbikin, hingî hewldana we ji bo guhertina demografiya wê herêmê ye."
'LI SER SÎNOR, KEMBERA SELEFÎ TÊ AVAKIRIN'
Agaoglû bal kişand ser îdîayên ku dibêjin, li navçeyên mîna Cizîr û Nisêbînê yên hatine valakirin, wê penaberên Sûriyeyî werin bicihkirin û got, "Eger planeke bi vî rengî hebe, ev yek plana avakirina Kembereke Selefî ya li ser sînor e. Em vê red dikin. Nabe ku mirov li kampeke li ser sînorê welatê neçar man e jê birevin werin bicihkirin. Di heman demê de ev rewş wê gelê Kurd ê ji be polîtîkayên AKP'ê neçar man e koç bikin û gelên Sûriyeyê yên ji şer reviyan e, li hemberî hev rake."
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ya ji Komîsyona Koçber û Penaberan Berpirsyar Gulsum Agaoglû diyar kir, ew di meha Remezanê de li dora sifreyên rûyê erdê, fitara xwe tevî penaberên Sûriyeyî vedikin.