Pekoz: Tecrîd divê teqez bi dawî bibe

Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku wê çalakiya nobedê heta rakirina tecrîdê dewam bikin, eger ev rêbaz têrê neke wê çalakiyên cuda bikin û got, "Tecrîd divê teqez bi dawî bibe."

Parlamenterên HDP'ê, 'Nobeda Edaletê' ya ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Wezareta Edaletê dan destpêkirin, ji doh ve derbasî Meclîsê kirin.

Parlamenterê Edeneyê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Pekoz li ser Nobeda Edaletê ji ANF'ê re axivî. Pekoz bi bîr xist, tecrîda ku ji sala 2015'an û vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ji Adara 2021'ê û pê ve gelekî giran bûye û got, "Tecrîdeke mezin tê ferzkirin. Beriya niha mafê axaftina bi telefonê ya ji 10 deqeyan ku ji her girtî û hikumxwarî re tê dayin, ji wî re jî hate dayin, lê bi 5 deqeyan jî dewam nekir. Piştre agahî jê nehate wergirtin. Ji ber ku agahî nayê dayin û hevdîtin pê re nayê çêkirin, li derve fikareke mezin çêdibe."

QANÛN JI BO ŞEXS NABE

Pekoz anî ziman ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) agahiyê nade ku bi Ocalan re di serdana Îmraliyê de hevdîtin kiriye yan na û wiha dewam kir: "Heta ku dewleta Tirk destûrê nede nikare raporê eşkere bikin. Em dibêjin ku ev yek rast nîne, hikumxwarekî ku di bin ewlehiya qanûnî û destûra bingehîn de ye, divê karibe ji mafên xwe sûdê werbigire. Ji bo şexsekî nabe ku qanûn, qedexe bê danîn. Timî qala cezayên dîsîplînê tê kirin. Li mirovê ku bi tena serê xwe li hucreyê tê hiştin û derfetên xwe nîne ku bi kesî re hevdîtinê bike, cezayên dîsîplînê têne birîn. Beriya niha bi hincetên 'keştî xerabe ye' 'rewşa hewayê nebaş e' destûr nedihate dayin ku parêzerên xwe bibîne. Niha dest ji wê berdan, yekser bi cezayên dîsîplînê asteng dikin."

NOBED LI MECLÎSÊ DEWAM DIKE

Pekoz diyar kir ku bi sedan parêzerî, bi dehan saziyan ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin, lê belê bersiv ji wan re nehate dayin, lewma wan jî dest bi Nobeda Edaletê kirin û got, "Me xwest beriya 22 rojan li ber Wezareta Edaletê dengê xwe bidin bihîstin. Di 5 rojên destpêkê de me li wir daxuyanî da. Piştre jî dor li Wezareta Edaletê hate girtin û destûr ji me re nehate dayin ku ji Meclîsê ber bi wir ve bimeşin. Ji ber vê yekê me li ber deriyê Meclîsê daxuyanî dan. Piştî ku li wir jî astengî çêkirin, ji doh ve em li Meclîsê daxuyaniyê didin."

GELAN HEMÛYAN ELEQEDAR DIKE

Parlamenterê Edeneyê yê HDP'ê Kemal Pekoz ragihand ku tecrîd gelên Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike û got, "Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, her roj welêt hinekî din dixin nava tarîtiyê. Ji bo ev zexta li ser Birêz Ocalan û hemû girtiyan bi dawî bibe, ji bo binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, pêla girtinê biqede em serî li rêyeke bi vî rengî didin. Eger encam jê neyê bidestxistin bêguman em ê rêbaza çalakiya xwe biguehrînin. Em bi israr dibêjin ku divê tecrîd teqez bi dawî bibe."