Pêkhateyên HDP’ê li hev civiyan
Hevserok û berdevkên pêkhateyên HDP’ê, bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li hev civiyan. Niqaş li ser navên ji bo namzediya serokkomariyê hat kirin.

HDP’ê piştî civînê daxuyanî da, got: “Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Damezirîna Ji Nû Ve (SYKP) Cavît Ûgûr, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgar a Yekbûyî (Partiya Şoreşger) Elîf Torûn Oneren, Hevberdevkên Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir (Partiya Kesk a Çepgir) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin tev li civînê bûn. Geşedanên siyasî yên dawîn, polîtîkayên tifaqê û namzedê/a Serokkomariyê ya HDP’ê, sernavên esas ên rojeva civînê bûn.
Di civînê de biryarên giring hatin dayîn. Li ser navên ji bo namzediya serokkomariyê niqaş hat kirin.“