“ Ji bo Azadiya Fikrê 8’mîn Hevdîtina Stenbolê” ya ku bi hevkariya Hewildana Azadiya Fikrê ya Stenbolê û Pêkanîna Hiqûqa Mafê Mirovan ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê û Navenda Lêkolê, dê di 9’ê Hezîrana 2012’an li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê pêk bêt. Nivîskarê bi nav û deng Paul Auster ku rastî heqaretên Erdogan hatibû dê bizindî tevlî konferansê bibe.
Çalakiya wê di 9’ê Hezîrana roja Yekşemê di demjimêr 09.30’an destpê bike, axaftina vekirinê 2’mîn Serokê Yeketiya Nivîskarên Navnetewî Eugene Schoulgin, nûnerê Yeketiya Weşanvanên Navnetewî William Nygaard, raportorê Tirkiye û Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan Emma Sinclair Webb û raportorê Tirkiye yê Rêxistina Efoyê ya Navnetewî Andrew Gardner bike.
Di vekirina konferansê de ji bo azadiya fikir ya li Tirkiyeyê dê nivîsek îmzeya nivîskar, weşanvan û rêxistinên çapemeniyê heyî bê aşkera kirin. Piştî nivîsa îmzeyan dê forumên derbarê azadiya fikir de bêne pêşkêş kirin.
Ahmet Şik, Nedîm Şener, Evrîm Kepenek, weşanvan Ragip Zarakolû, Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, hunermendên Koma Yorum û redkarê wijdanî Davut Erkan jî dê tevlî konferansê bibin.
Her wiha bîrmend Noam Chomsky, Xwediyê Xelata Nobelê û eslê xwe Afrîqayî nivîskarê Awusturyayî John Coetzee, Paul Auster, nivîskar John Berger, aktivîsta Meksîkayê û xwediyê xelata Hrant Dink 2011’an rojnamevan Lydia Cacho û Tarik Alî jî di nav de 10 kes wê bi telefona dîmenî bi axivin.