Partiya Demokratîk a Gelan ava dibe

Partiya Demokratîk a Gelan ava dibe

Kongreya Demoktîk a Gelan (HDK) biryara ku bi awayê partî bikeve hilbijartinan û ji bo avakirina partiyê dê sibê serlêdan bike. Avabûna Partiya Gelan a Demokratîk dê di civata giştî ya HDK’ê ya 10-11 de bê ragihandin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mehan e li ser rêzikname û bernameyapartiyê dixebite. Ji bo partiyê lijneya damezrêner hate sazkirin. Di nava damezrênerên partiyê de Prof. Dr. Fatma Gok, Yavuz Onen, Ziya Ulusoy, Ferhat Tunç, Suavî, Ahmet Tellî, Haci Orman jî cih digirin.

Ji bo avakirina partiyê dê serlêdan bê kirin.

NAVÊ PARTIYÊ JÎ HATE DIYARKIRIN

Navê partiya hilbijartinê ya HDK’ê jî hate diyarkirin. Li gorî vê navê partiyê dê; Partiya Demokratîk a Gelan be.