Partiya Çepên Kesk wezîfedarên xwe yên li Meclîsê diyar kir

Partiya Çepên Kesk bi wekîlên xwe re yên ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hatin hilbijartin, civînek lidar xist û karên xwe yên li meclîsê diyar kir.

Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinê bi parlamenterên xwe re civînek lidar xist.

Civîn li Enqereyê bi serokatiya Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hate lidarxistin.

Di civînê de wezîfedarên li meclîsê hatin diyarkirin. Li gorî vê yekê;

Serokwekîlê Koma Meclîsê: Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder

Amîrê Îdareyê yê Meclîsê: Parlamenterê Sêrtê Tûncer Bakirhan

Namzeta Seroka Meclîsê: Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari

Serokwekîltiya Komê: Heta lidarketina Kongreya Partiya Çepên Kesk parlamentera Erzîromê Meral Daniş Beştaş û parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç hatin destnîşankirin.