Partiya Çepên Kesk li Şirnex û navçeyên wê xebatên tûra duyemîn didomîne
Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de li Şirnex û navçeyên wê bi gel re civiya.
Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de li Şirnex û navçeyên wê bi gel re civiya.
Partiya Çepên Kesk li navçeyên Hezex û Silopiyê yên Şirnexê ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de dest bi xebatan kir.
Parlementera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal jî di nav de gelek endamên partiyê li Hezexê çûn serdana bazara li ser kolana Adîle Naşît.
Endamên partiyê derbarê hilbijartina tûra duyemîn broşur belav kirin. Jinan bi tilîlî û çepikan endamên partiyê pêşwazî kirin. Endamên partiyê banga ‘Biçe ser sindoqê û rejîma yekzilamî bişîne’ kirin.
Bi heman armancê li taxên Dîcle, Barbaros, Ş. Harûn Boy, Cûmhûriyet, Cûdî û Nûhê jî xebat hatin meşandin.
Endamên partiyê bi komî li taxan belav bûn û belavok belav kirin.