Partiya Çepên Kesk ji bo Erdem Aşkan li meclîsê daxuyanî da

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo zarokê bi navê Erdem Aşkan ê ku wesayîteke leşkerî li wî ketibû û hatibû qetilkirin, li meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da û got “Divê berpirsyar werin darizandin.”

Çawişê pispor A.K.P. li Gevera Colemêrgê bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir. Çawişê pispor ê hatibû destgîrkirin, piştî îfadeyê hate berdan. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarî mirina Aşkan û berdana çawişê pispor li Meclisê daxuyanî dan. Parlamenter Onûr Duşunmez di daxuyaniyê de axivî. Duşunmez, got ku tevî li cihê qezayê peyarê tuneye jî di zabitnamea tespîtkirina qezayê de weke ku hebin hatine destnîşankirin û ji ber vê sedemê jî Aşkan “biqisûr” hatiye nivîsandin. Bi domdarî Duşunmez da zanîn ku çawişê pispor piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û wiha got: “Peywirdarên cemaweriyê wesayîtan pir bilez û bêtevdîr bikartînin. Ev yek rê li ber binpêkirinên mafê jiyanê vedikin.” 

‘LI CIHÊ BÛYERÊ PEYARÊ Û PIR TUNE’

Duşunmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeîdeyên trafîkê ji bo welatiyan çawa derbasdar bin, di heman demê de peywirdarên cemaweriyê jî eleqedar dikin. Li cihê Erdem Aşkan jiyana xwe lê ji dest dayî lêkolîn hatiye kirin û tespît hatine kirin. Di tespîtan derket holê ku li cihê bûyerê ti peyarê û pir tuneye. Xuyaye bê ka peywirdarê cemaweriyê li deverekê wiha bi lezekî çawa hatiye û çawa bêperwa tevgeriyaye. Dewletê li vê cihê bûyerê tevdîr negirtine û vê yekê jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê yê zarokekî vekiriye. Ji ber ku dewlet berpirsyar e ku ji bo mafê jiyanê tevdîran werbigire.” 

Duşunmez axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bûyerên bi vî rengî êdî neqewimin, divê cezayên giran werin dayîn û sepanên qanûnî bên ferzkirin. Kes an jî saziyên hêza cemaweriyê ya dewletê bi kar tînin, divê nebin sedema mirina zarokan. Dewlet mecbûr e ku li dijî kuştinan qanûn û sererastkirinên hiqûqî û îdarî yên rê li ber van sûcan digirin derxîne. Dema faîl hêzên ewlekariyê bin, pratîka necezakirinê dikeve meriyetê. Armanca esasî ya darizandina cezayê ew e ku rastiya madî derxînin holê. Lê ji ber ku ji bo vê hewldanek nayê kirin, îdiayên di dosyayê de bi qasî tê xwestin nayên lêkolînkirin, ewraqên ji yekîneyên hêzên ewlekariyê tên xwestin naxin nav dosyayê û hêzên ewlekariyê lêkolîneke bêalî nakin, di dosyayên faîlên wan hêzên ewlekariyê de,pratîka cezanedayinê derdikeve pêşberî me. Ji bo girtina faîl daxwazeke girtinê nehatiye kirin û xisûsên di vê çarçoveyê de jî red kiriye. Ev yek nîşan dide ku hewl dane faîl biparêzin. Weke Partiya Çepên Kesk, di serî de em bang li Wezareta Karên Hundir û bang li hemû meqamên edlî û îdarî dikin ku dest bi lêpirsîneke xurt bikin. Divê berpirsyarên vî sûcî tavilê bên dîtin û derxînin pêşberî darazê. Divê meqamên edlî û îdarî êdî di van bûyeran de dev ji parastina peywirdarên cemaweriyê berdin û bi lêpirsîneke xurt vê bûyerê zelal bike. Em ê vê dozê bişopînin û ji bo malbatê jî sersaxiyê dixwazin.”