Parlemetoya Iraqê biryar da: Li Kerkûkê ala Herêma Kurdistanê wê bê daxistin

Ji ber krîza ala Herêma Kurdistanê li navendên hikûmî yên Kerkûkê hate hildan, nakokiya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de her diçe kûrtir dibe. Parlamentoya Iraqê biryara daxistina ala Herêmê da.

Îro parlamentoya Iraqê bi armanca gotûbêjkirina rewşa Şengalê û krîza ala herêma Kurdistanê li Kerkûkê civiya. Komên Partiyên Kurdî li parlementoya Iraqê rûniştina îro ya parlamentoya Iraqê boykot kirin. Sedema boykotê jî ew e ku ji ber Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî destûr neda li ser krîza alê ya hildana ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê nîqaş bikin.

Tevî boykota partiyên Kurdî jî parlementoyê Iraqê bi 171 dengan daxistina alê pejirand.