Parlamenteriya Semra Guzel hat xespkirin

Parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê li Desteya Giştî ya Meclîsê di encama dengdayînê de hat xespkirin.

Parlamentera Semra Guzel a Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi boneya neçûye xebatên qanûnçêkirinê li Desteya Giştî ya Meclîsê hat xespkirin. Li Meclîsê dengdayîn hat kirin, bi piraniya dengan parlamenteriya Guzel hat xespkirin. Di kêliya dengdayînê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê jî amade bûn û dovîzên bi nivîsên “Semra Guzel wekîla gel e” û “Semra Guzel îradeya gel e” hildan. Parlamenteran bi berzkirina dirûşman dengdayînê protesto kirin.

Piştî axaftinên li Meclîsê hatin kirin, dengdayîn pêk hat û piştre tezkereyê betalkirina parlamenteriyê hat xwendin û parlamenteriya Guzel hat xespkirin.

HDP’Ê GOT ‘NA’ YÊN DIN GOTIN ‘ERÊ’

Bi giştî 371 deng hatin bikaranîn. Li dijî 330 dengên hatin qebûlkirin, 42 deng wek red hatin bikaranîn. Parlamenterên AKP, MHP, Partiya Îyî û CHP ji bo betalkirina parlamenteriyê dengan bikar anîn. Parlamenterên koma HDP’ê hemûyan ji bo parlamenterî neyê betalkirin nêrîna xwe ragihandin.

WEKÎLÊ AKP’YÎ PARLAMENTERIYA 4 PARLAMENTERAN BETAL KIR

Wekîlê Serokê Meclîsê Sureyya Sadî Bîlgîç ê AKP’yî tezkereya Guzel xwend. Bîlgîç di heman demê de dema ku parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû hat betalkirin jî li ser wezîfeyê bû û tezkereyê xwendibû.