Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina serdema nû civiyan

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina hilbijartinê û dabeşkirina peywiran civiyan.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina serdema nû, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiyan. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan jî dê tev li civînê bibin û nirxandinan bikin. Dê di civînê de nexşerêya serdema pêş were nîqaşkirin û Rêveberiya Koma Meclîsê ya Partiya Çepên Kesk were diyarkirin.

Her wiha ji ber ku parlamentera herî ciwan a Meclîsê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş e, dê di torena sondxwarinê ya sibe di Dîwana Serokatiya Meclîsê ya Demkî de cih bigire.