Parlamenterên Iraqê li dijî dagirkeriyê ketin nava hewldanan
Parlamenterên ıraqê li dijî êrişên dagirkeriyê û talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, ketin nava liv û tevgerê.
Parlamenterên ıraqê li dijî êrişên dagirkeriyê û talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, ketin nava liv û tevgerê.
Li nava Parlamenta Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk liv û tevgerek heye. 4 Parlamenterên Kurd ên endamên Parlamenta Iraqê Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed, Mawe Mihemed û Musena Emîn li dijî dagirkeriya Tirk daxwaznameyek radestî serokatiya parlamenta Iraqê kirin.
Di daxwaznameyê de ku 51 parlamenterên Iraqê îmzekirin, tê gotin; "Me dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo wêrankirina xwezaya Kurdistanê, serî li pêngavên yasayî dane. Piştî êriş û destdirêjiya dewleta Tirk a li ser gundên Dihok, Hewlêr, Silêmanî û anîna şîrketên ji bo wêrankirina xweza û xaka Kurdistanê, bi îmzeya 51 parlamenteran me ji parlamenta Iraqê xwestiye lijneyek taybet were avakirin. Ev lijneya navxweyî, parastin û peywendiyên derve, wê ji bo ku herêm vegere ser aramiya xwe ya berê bixebite. Wê hemû alî ji bo rê li ber birîna daran û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve girtin, werin agadarkirin."