Parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdê ber bi Wezareta Edaletê ve dimeşin

Parlamenterên HDP'ê ji bo dawî li tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, ber bi Wezareta Edaletê ve dimeşin.

Nêzî du sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parlamenterên HDP'ê ji bo dawî li vê tecrîda giran bê anîn, ketin nava liv û tevgerê.

Parlamenterên HDP'ê ber bi Wezareta Edaletê ve dest bi meşê kirin, ku li hemberî serlêdana wan bêbersiv dimîne.

Agahiyên berfireh ên li ser meşê wê kêliyeke din bên...

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye. 2 sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê belê serlêdana wan bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Carna jî piştî çend mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn û vê yekê ji bo astengkirina hevdîtinan weke hincetê nîşan didin.