Parlamenterên HDP'ê: Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşcier got, "Em ê ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşcier got, "Em ê ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."
Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dane destpêkirin di roja 27’emîn de berdewam dike. Parlamenter Şevîn Coşkûn, Hasan Ozguneş, Kemal Pekoz, Îmam Taşcier, Muzzez Orhan û Mûrat Sarisaç dowîzên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Bila li Îmraliyê hevdîtin pêk were" vekirin û li ber Meclisê daxuyaniyê dan.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşcier di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ji tenduristî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bi fikar in. Taşcier got: "Hêzên navneteweyî bi komployekî Birêz Ocalan radest kirin. Dema teslîmkirin jî bi hin peymanên navnetewî teslîm kirin. Îro jî xwedî li soza xwe dernakevin. Ji roja ku gelê Kurd bi Peymana Sykes-Picot bûye 4 çar parçe, polîtîkayên tecrîd û qirkirinê tên meşandin."
'DIVÊ KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ YEKITIYA XWE AVA BIKIN'
Taşcier wiha got: "Dewletên ku wê demê Kurdistan kirin 4 parçe, naxwazin Kurd li ser axa xwe bibin xwedî statu û xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê ji bo Kurd tecrîdê bişikînin û xwe bi rê ve bibin divê bên gelhev û yekitiya xwe ava bikin. Bifikirin li welatekî 30 milyon kurd hene lê nikarin bi zimanê dayika xwe jî perwerdehiyê bigirin. Li gorî makeqanûna Komara Tirkiyeyê kesekî bi navê kurd nîne. Temamê 30 milyon Kurdan înkar dike. Di vê çarçoveyê de tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Ji bo ku ev tecrîd bê bidawîkirin em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Em bang li Wezareta Edaletê û saziyên têkildar dikin; demildest vê tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda li ser Ocalan rakin, bila Ocalan li cihê ku heq dike be. Weke hûn dizanin Mandela piştî 27 salan di girtîgehê de hat ragirtin bû serokê wî welatî.”