Parlamenterên HDP'ê: Divê li dijî tecrîda Îmraliyê her kes dengê xwe bilind bike

Parlementerên HDP’ê yên li dijî tecrîda Îmraliyê di Nobeta Edaletê de ne gotin “Divê li dijî tecrîda Îmraliyê her kes dengê xwe bilind bike.”

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji bo parêzer biçin hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 25’emîn de didome. Parlamenter Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş, Mûazzez Orhan, Serpîl Kemalbay, Nusrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, Kemal Pekoz, Şevîn Coşkun, Ridvan Turan, Alî Kenanoglû bi dovîzên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", "Bila li Îmraliyê hevdîtin bê kirin" li pêşiya meclîsê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bang li Wezareta Edaletê kir û got, "Tişta hewce bike, li gorî Makeqanûna xwe tevbigerin, tecrîdê bi dawî bikin". Çepnî anî ziman ku ev 25 roj in bangên wan nayên bersivandin û got, “Civak bi hilbijartinê re mijûl e. Em bang li gelê xwe dikin, heke em dixwazin ji vê desthilatdariyê rizgar bibin, divê em ji nêzîkatiya vê hikûmetê ya li pirsgirêka Kurd û ji polîtîkayên şer re bibêjin na. Ev hemû tişt di Girtîgeha Îmraliyê de asê bûne."

Çepnî anî ziman ku 22 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim agahî nayê stendin û got “Du sal in nikarin bi parêzer û malbatên xwe hevdîtinê bikin. Heke ev der axeke Komara Tirkiyeyê be, tişta li hemberî hemû kesan tê kirin çima li wir nayê kirin?”

Çepnî bang li raya giştî kir ku li dijî tecrîdê têbikoşin û wiha got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya ku mirov xwedî nanê xwe derkeve. Tê wateya helwesta li hemberî hemû tiştên li dijî demokrasiyê. Li vir em careke din dibêjin. Nobeda me û têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome. Kesê ku bersiva vê yekê nede û vî sûcî berdewam bike, di serî de Wezareta Edaletê, teqez wê li pêşberî gelê me hesab bide. Em hêvî dikin ku demildest tevbîr bên stendin. Em hêvî dikin ku hemû gelê me di vê mijarê de dengê xwe bilind bikin."