Parlak: Armanca tecrîdê astengkirina aştiya li Rojhilata Navîn e

Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Vezîr Parlak diyar kir ku armanca sereke ya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, astengkirina aştiya li Rojhilata Navîn e.

Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Vezîr Parlak têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, krîza aborî, xebatên HDP û Partiya Çepên Kesk ji ANF’ê re axivî.

Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Vezîr Parlak diyar kir ku rêveberiya xirap a aboriyê û çavkaniyên aboriyê yên welêt di destê komeke biçûk de tê hiştin û anî ziman ku aborî ji destê gel hatiye stendin û bi destûra bingehîn a demokratîk nayê rêvebirin.

Parlak anî ziman ku hemû kesên ji bo maf û daxwazên xwe yên demokratîk têdikoşin, bi taybet gelê Kurd, bi krîmînalîzekirinê û di encama kûrkirina kirîza siyasî û polîtîkayên cihêkirinê, şert û mercên wan yê razemeniyê ji holê rakirine. Parlak got ku ji bo polîtîkayên ewlehî û biçêkbûnê jî budçeyek zêde hatiye veqetandin.

Parlak destnîşan kir ku desthilat ji bo veşartina krîza aborî, bi derxistina pêş ya SÎHA, ÎHA û keştiyên şer hewl dide krîzê rewa bike. Parlak diyar kir ku kedkarên xîzan ji vê rewşê bandor dibin.

‘KURDAN LI SER SINDOQAN BERSIV DAN POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ’

Parlak anî ziman ku li gel polîtîkayên zextê ji sedî 48’ê welêt bi awayek eşkere anîne ziman ku helwest û êrîşên li dijî demokrasiyê qebûl nakin û got: “Kurdan li ser sindoqan li hemberî polîtîkayên ewlehî û polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî pirsgirêka Kurd, nerazîbûnên mezin raber kirin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BI GEL RE MEZIN BIKIN’

Parlak bi lêv kir ku êrîşên li dijî têkoşîna azadiya Kurd, êrîşên demdirêj ên plankirî ne û wiha pê de çû: “Li dijî van êrîşan divê tevî gel bernameyek demdirêj bê diyarkirin. Di pêvajoya dawî de armanca sereke operasyonên tasfiyeyê yên li dijî rêxistinên bajêr û navçeyan e. Em ê di dema pêş de ji bo gel zêdetir bên gel hev, nîqaş bikin û bi diyarkirina bernameyek, dikarin têkoşîna xwe mezintir bikin.”

‘ARMANCA TECRÎDÊ ASTENGKIRINA AŞTIYA LI ROJHILATA NAVÎN E’

Parlak bilêv kir ku divê em hemû bêhiqûqiyên di polîtîkaya tecrîdê de bibînin û wiha got: “Referanskirina vê bêhiqûqiyê, tevahiya welat bi bêhiqûqiyê re rû bi rû dimîne. Armanca sereke ya vê yekê ew e ku naxwazin rastiyên ku ji aliyê aktorekî girîng ê dikare aştiya li Rojhilata Navîn misoger bike, were vegotin bandorê li ser gelên li Rojhilata Navîn bike. Ev polîtîkaya tecrîdê di heman demê de tecrîda li ser daxwaza aştiya civakî ya gelên Rojhilata Navîn e. Bi tecrîda Îmraliyê re dixwazin peyameke bidin bi deh hezaran girtiyên di zindanan de û ji gelên me re. Tehemûla wan li hemberî îradeya bi biryar nîne.”